HEWLÊR
Berpirsiyarê Karên Derve yê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Felah Mistefa diyar kir ji Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) daxwaza çekên giran û techîzatên leşkerî kirine û got DYAyê di vê mijarê de hê bersiv nedaye herêma Kurdistanê.
Mistefa daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha got: "Têkiliyên Kurdistanê û DYAyê di asteke baş de ne. Ji bo têkoşîna li dijî terorê me ji DYAyê daxwaza çekên giran û techîzatên leşkerî kir. Rayedarên DYAyê gotin em ê vê binirxînin."
Mistefa destnîşan kir pêşmerge ketine nav şerekî giran û wiha axivî: "Ji bo em bi ser kevin pêwîstiya me bi çekên giran û techîzatên leşkerî heye. Ji ber vê jî em ji hemû dostên Kurdistanê alîkariyê dixwazin."
Mistefa diyar kir artêşa Iraqê piştgiriyê nade pêşmergeyan û pêşmerge bi tena serê xwe li dijî DÎŞIyê şer dikin.
Mistefa diyar kir ku hikûmeta navendî heta niha miaşên memûr û pêşmergeyan jî nedaye û got Bexdayê hemû alîkariyên xwe birîne, ji ber vê jî dê Kurdistan firotina neftê bidomîne û guh nede tu kesî.
Mistefa destnîşan kir di nav van geşedanan de referandûm hê jî di rojeva Kurdistanê de ye û got ku parlemento xebatên xwe didomîne.
"Çekên di destê pêşmergeyan de kevn in"
Alîkarê Serokê Komîsyona Karên Pêşmergeyan ê Parlementoya Kurdistanê û Parlementerê Yekîtiya Niştimanî Ya Kurdistanê (YNK) Dilêr Mawet jî der barê pêşmergeyan de agahî da û wiha got: "Çekên di destê pêşmergeyan de kevn in. Ev çek ji dema Sedam Huseyîn mane. Çekên di destê DÎŞIyê de ji yên pêşmergeyan bi hêztir in."
Mawet di berdewamiyê de wiha got: "Divê demildest çekên nû ji pêşmergeyan re werin. Wekî din firoke jî lazim in. Mixabin di destê pêşmergeyan de firokeyên şer jî tunene."