WASHÎNGTON
Berpirsiyarê Karên Derve yê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Felah Mistefa wiha got: "Dewleteke serbixwe ya kurdan ne li dinyayê û ne jî li Tirkiyeyê bandoreke neyînî çêdike. Lê niha ev ne di rojevê de ye. Em beriya her tiştî dixwazin pêvajoyê xilas bikin. Heke ev nebe em ê rêya xwe hilbijêrin."
Mistefa tevî Serokê Dîwana Serokatiyê ya Kurdistanê Fuad Huseyîn li Washingtona DYAyê bi Wezîrê Karên Derve yê DYAyê John Kerry re hat bal hev. Mistefa destnîşan kir ku di hevdîtinê de pêvajoya siyasî ya li Iraqê, di pêvajoyê de bandora kurdan, jiholêrakirina qeyranê û pêşniyar û çareseriyên ji bo Iraqê hatin rojevê.
Mistefa der barê pêwendiyên ku bi rayedarên Amerîkayê re datînin de wiha got: "Îro li Iraqê rastiyeke din heye. Divê çareserî li gor vê rastiyê be. Em naxwazin vegerin beriya 9ê hezîranê. Divê herêma Kurdistanê ji hêla siyasî û aboriyê ve xurttir be. Em zehf li benda pêkanîna destûra bingehîn man da ku pirsgirêk çareser bibin. Lê Bexdayê gav navêt. Ji bo me demeke nû dest pê kir. Ji ber vê jî der barê pirsgirêkên siyasî, aborî û ewlehiyê de em pêwendiyan datînin."
- "Em ê têkiliya xwe ya bi Bexdayê re ji nû ve saz bikin"
Mistefa destnîşan kir ku mafê kurdan e ku qedera xwe tayîn bikin û wiha got: "Divê em vî mafî biemilînin. Dem û dîroka emilandina vî mafî jî di destê me de ye." Mistefa diyar kir ku şert û mercên li Iraqê hêviya çareseriyê nade û wiha got: "Pergala federasyonê bersiv nedida daxwazên kurdan. Ji ber vê jî em ê têkiliya xwe ya bi Bexdayê re ji nû ve saz bikin."
Mistefa der barê meseleya Kerkûkê de jî wiha axivî: "Biryar di destê gelê Kerkûk de ye. Kurdan tim li ber xwe da, lê hikûmeta navendî ya Bexdayê pêvajo asteng kir. Benda 140emîn a destûra bingehîn pêk nehat. Heke şert û mercên baş pêk hatin dê gelê Kerkûkê bi referandûmê biryara xwe bide."
- "Tirkiye ji bo me şirîkekî girîng e"
Mistefa der heqê têkilî û pêwendiyên bi Tirkiyeyê re jî wiha peyivî: "Tirkiye ji bo me şirîkekî girîng e. Em memnûn in, tirk hêdî hêdî kurdan fehm dikin û daxwazên kurdan pêk tînin."
Mistefa destnîşan kir ku herêma Kurdistanê ji hêla îstiqrarê ve baş e û wiha got: "Ji ber vê jî dewleteke serbixwe ya kurdan ne li dinyayê û ne jî li Tirkiyeyê bandoreke neyînî çêdike. Lê niha ev ne di rojevê de ye. Em beriya her tiştî dixwazin pêvajoyê xilas bikin. Heke ev nebe em ê rêya xwe hilbijêrin. Em li ser du rêyan dixebitin. Rêya yekem Iraqeke federal û demokratîk. Rêya din jî dê kurdên li Iraqê rêyeke din bidin pêşiya xwe."
Mistefa destnîşan kir ku dixwazin têkilî û hevkariya di navbera Tirkiye û herêma Kurdistanê de berdewam bibe.
Mistefa der barê pêşeroja Iraqê de wiha got: "Yekîtî bi zorê nabe, divê ji dil were. Heke ji dil be temam, lê bi zorê nabe. Bexdayê dixwest her tiştî ji navendê îdare bike, lê têk çûn."
Mistefa destnîşan kir ku kurd û ereb li Iraqê du miletên bingehîn in û wiha axivî: "Divê siyanetê nîşanî herêma kurdan û nasmeya kurdan bidin. Heke ev nebe dê kurd di rêya xwe de biçin."
Mistefa der barê axaftinên Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netenyahû de jî got ku kîjan dewlet serxwebûn û mafên kurdan biparêze em sipasiya wan dikin û wiha got: "Em ê di pêşerojê de Kurdistaneke serbixwe bibînin. Ev jî dê îstiqrar û ewlehiya dewletên din xurt bike."