WASHINGTON
Serokê Emerîkayê Barack Obama dest nîşan kir ku plana şandina balafirên şer F-16 yên ku dê ji Artêşa Misrê re bihatina şandin, hat taloq kirin.
Berdevkê Wezareta Parastina DYEyê Geroge Lîttle dûpat kir ku biryara taloqkirina 4 F-16 yên ku dê ji Artêşa Misrê re bihatina şandin ji ber rewş û bûyerên li Misrê hatiye dayîn. Lîttle, dest nîşan kir ku Obama ev biryar bi piştgiriya tîma xwe ya ewlehiyê da, Lîttle got ku tetbîqatên her sal ligel Misrê tên kirin jî dê dewam bikin.
Rayedarên Wezareta Parastinê du hefte berê diyar kiribûn ku dê 4 balafirên şer ji Misrê re bişînin.
Ev pakêta alîkariyê ya ku ji milyarek û 300 milyon dolarî pêk tê di sala 2010an de hatibû qebûlkirin.