MOSKOVA
Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putîn der barê daxwaza penaberiya demborî ya Edward Snowden de daxuyaniyek da. Putîn got ku ez naxwazim qala kitekitan bikim. Lê me Snowden ji ber fealiyeteke ku zirarê bide têkiliya Rûsya û DYEyê hişyar kir.
Putîn dest nîşan kir ku polîtikaya derve ya Rûsyayê, serbixwe û ji welatên din cuda ye. Rûsya wek welatên din tevnagere. Putîn wiha axivî: "Hêvî dikim ku şirîkên me bi fehmberî û bi sakinî nêzîkî polîtîkaya me bibin. Li gor min têkiliyên navneteweyî ji nakokiya servîsên saloxê girîngtir e.
Putîn dest nîşan kir ku ji bo heqparêzan maliyeta heqpariziyê heye. Gava ev ji bo DYEyê tê kirin çalakiyeke hêsan e, lê gava ku li dijê DYEyê tê kirin jî xebateke dijwar e. Putîn got muameleya ku balafira Serokê Dewleta Bolîvyayê Evo Morales ji Ewropayê dît jî nîşaneya vê yekê ye.