2016 ж. 01 наурыз•Rojanekirin: 2016 ж. 01 наурыз
WASHINGTON
Ji ber ku li Sûriyê ji bo agirbesta qismî û berwext çêbibe peyman ket rewacê, lê digel peymanê rejima Esed qismek alîkariya mirovahî asteng kir. Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê John Kerry bertek da nîşanê vê yekê û wiha got: "Heke pêkan be, qet nebe hin biexlaqbûnê biceribînin."
Kerry li Washîngtonê bi Wezîrê Karên derva yê Almanyayê Frank-Walter Steinmeier ra hevdîtin kir. Piştî hevdîtinê daxuyanî da rojnamegeran û got ku li gor nûçeyan li Sûriyê alîkarî gihîştiye bi hezaran kesî û got ku ew ji bo vê kêfxweş in.
Kerry nûçeyên ku rejima Beşar Esed hin alîkariyan asteng dike û heta didize bi bîr xist û bangî rêvebiriya Sûriyê kir û wiha got: "Heke pêkan be, qet nebe hin biexlaqbûnê biceribînin."
Kerry diyar kir ku ew nûçeyên dibêjin peymana agirbestê tê binpêkirin, li ser lêkolîn dikin û got ku rejim jî mixalif jî binpê dikin. Kerry bal kişand, digel nûçeyên binpêkirinê peyman dewam dike, mebest domandina agirbestê ye.
Kerry got ku ew bi Wezîrê Karên Derva yê Rûsyayê Sergey Lavrov ra li ser têlefonê der heqê binpêkirina agirbestê da axivî û got ku ekîbên Amman û Cenevreyê wê li ser binpêkirinê bisekinin.
Kerry li ser mijara penaberan jî sekinî û got ku ev "mijareke kurewî" ye û "ji bo me hemûyan ceribandinek e"