2016 ж. 01 наурыз•Rojanekirin: 2016 ж. 01 наурыз
AKRA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di çarçoveya ziyareta Afrîkaya Rojavayê da hate Akraya paytextê Ganayê.
Li Balafirgeha Navneteweyî ya Akrayê Kwesî Amîssahê Alîkarê Serokê Dewleta Ganayê, Wezîra Karên Derva Hanna Tteh û Wezîrê Hawirdorê Mahama Ayarîga li Serokomar Erdogan pêşwazî kirin.
Di merasimê da Balyoza Akrayê ya Tirkiyeyê Nesrîn Beyazit û wezîfedarên balyozxaneyê jî amade bûn.Serokomar Erdogan di pêşwaziyê da çalakiya koma reqsê ya ku di destê wan da alayên Gana û Tirkiyeyê hene temaşa kir.
Serokomar Erdoganê bi Serokê Dewleta Ganayê John Dramanî Mahama ra bê ba hev. Ji bo Erdogan pêşwaziya fermî ew ê li ofisa serokatiya dewletê bê lidarxistin.
Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu, Wezîra Hawirdor û Bajarvaniyê Fatma Guldemet Sari, Wezîrê Aboriyê Mustafa Elîtaş, Wezîrê Parastina Neteweyî Îsmet Yilmaz û Emîne Erdogana xanima wî bi Serokomar Erdogan ra çûn ziyaretê.
Serokomar Erdoganê li Akrayê çend ziyaretan bike û paşê jî ji Ganayê derbasî Nîjeryayê bibe.