ERBÎL
Nûnerê Karên Derve yê Birêvebiriya Herêma Kurdistanê ya Iraqa Federal Felah Mustafa diyar kir ku ziyareta Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu ya li Iraqê, dê tu bandorekê li têkiliyên BHKIF û Tirkiyê neke.
Felah Mustafa der barê ziyareta Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu ya li Bexdayê de daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku tu agahî negihiştiye destên wan ka Kiliçdaroglu dê Hewlêrê ziyaret bike an na.
Mustafa, pirsa 'ziyareta Kiliçdaroglu dê bandoreke çawa li ser têkiliyên Iraq, Tirkiye û Birêvebiriya Herêma Kurdistanê ya Iraqa Federal (BHKIF) bike?' jî bersivand û wiha got: "Têkiliyên desthilatan bi desthilatan re heye, hatina Iraqê ya serokê partiyeke muxalefetê ya li Tirkiyê tu bandorê li ser têkiliyan nake."