25 Adar 2016•Rojanekirin: 26 Adar 2016
DIYARBAKIR
Serokê Karûbarên Diyanetê Prof. Dr. Mehmet Gormez got "Em nikarin bibin komên birayan ên ku dê cudahî û ferq û mehlî bikeve nav wan. Em divê bibin mal û wargeha hev. Dema li Cizîrê tiliya birayekî me xwîn be divê birayên me yên li Edîrneyê jî êşê bikêşin."
Prof. Dr. Gormez ji bo ku têkiliyên cur bi cur dayne hat Sîlwana navçeya Diyarbekirê ya ku bi operasyonên ku hêzên ewlehiyê kirin 5 meh beriya niha ji PKKyiyan hat paqijkirin û Miftîtiya Navçeyê ziyaret kir.
Gormez li Mizgefta Selahaddînê Eyyubî nimêja înê da kirin û di xutbeya înê de bangî sîlwaniyan kir.
Gormez got "Xwedayê mezin cardin van xirabiyan neyne serê bajêr û bajarokên me. Ev bajarok bajarokên ji rêzê nînin. Hûn niştecihên bajarokekî wisa ne ku bi Îslamê ezîz bûye, peyama biîzet a Îslamê kişandiye, alim û arifên ku seranserê dîrokê vê peyamê gihandiye dinyayên din derxistiye." û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Em nikarin bibin komên birayan ên ku dê cudahî û ferq û mehlî bikeve nav wan. Em divê bibin mal û wargeha hev. Dema li Cizîrê tiliya birayekî me xwîn be divê birayên me yên li Edîrneyê jî êşê bikêşin. Dema li Îzmirê diriyek bikeve lingê birayekî me divê dilê birayê me yê sîlwanî bibe birîn. Bi heman awayî li Şamê, li Helebê, Bexdayê, Yêmenê, Sanayê, Afrîkayê li ku dera dinyayê dibe bila bibe dema ku bela û mûsîbetek bê ser birayên me yên misilman divê em hemû bi hev re tevbigerin. Em divê avahiya îmanê xurt bikin. Avahiya Îslamê divê xurt, biîzzet, bi şefqet û bi merhemet be."
Prof. Dr Gormez di dawiya xutbeyê de bi kurmancî got ku "Heke îslam nebe azadî nabe, îman nebe azadî nabe, tehwîd nebe azadî nabe. Rizgariya me di îman, Îslam û tewhîdê de ye. Cenabê Heq bila biratiya me daîm bike."
Gormez esnaf ziyaret kirin û bi welatiyan re sohbet kir.