04 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 05 Cotmeh 2015
DIYARBAKIR
Li Sîlwana navçeya Diyarbekirê piştî ku pêr qedexeya derketina kuçeyan hat îlankirin, operasyona ku li dijî rêxistina terorê dabûn destpêkirin dewam dike.
Li Sîlwanê piştî qedexeya derketina derva bi piştgiriya ji hewayê va operasyon hat kirin, 200 kesên tîma tevgera Taybet, 25 kesên pisporên îmhekirina bombeyan û lêkolînerên dewsa bûyerê jî tev 385 polês tevlî operasyonê bûn.
Ketin û derketina navçeyê bi kontrol tê kirin, tîmên jendirmeyan tevdîrên ewlehiyê digrin û alîkariyê didin operasyonê. 2 firoke, 29 wesayîtên bizirx, 3 panzêr û TOMA di operasyonê da tên bikaranîn. Bi makîneyên kar va hendekên ku terorîstan vedabûn tên girtin û bombe tên îmhekirin û çarşefên ku endamên rêzistinê di nav avahiyan da darda kiribûn da ku neyên dîtin hatin rakirin.
Destê sibê di operasyonê da li hin ciyên naçeyê guleya çavtirsiyê ser hêzên ewlekariyê ra kirin. Hêzên ewlekariyê demildest bersiv dan wan li ser vê terorîst revîn.
Bi destûra ku ji serdozgeriyê hat sitandin va hêzên ewlekariyê di ser 15 nîvnîşanan da girtin, 9 kesên endamê YDG-Ha şaxa cîwanan a PKKya rêxistina terorê hatin binçavkirin.
Kesên şikbar birin Midûriyeta Ewlekariya navçeyê.