04 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 06 Cotmeh 2015
ANKARA
Li şikeft û stargehên binê erdê yên li 17 cihên cuda yên rêxistina terorê PKKyê yên li herêma Qendîl, Metîna û Sînat Heftanînê yên li bakurê Iraqê bi hemleya asîmanî ya 9 F-16an ve hatin kavilkirin.
Li gorî agahiya ku ji jêderên ewlekariyê hat wergirtin, li Hekariyê li dijî kozikên çekan, şikeft û stargehên rêxistina terorê PKKyê hemleya beja û asîmanî pêk anîn. Hemleyê di saet 17.30î de dest pê kir û 2 F-4 2010î 12 bombe avêtin ser hedefan.
Di hemleya asîmanî ya li dijî kozikên çekan, şikeft û stargehên li Qersê de jî 4 F-4 2020î 24 bombe avêtin ser 11 hedefan.
Duh bi şev jî di navbera saet 00.20-02.30î de li dijî şikeft û stargehên binê erdê yên li 17 cihên cuda yên rêxistina terorê PKKyê yên li herêma Qendîl, Metîna û Sînat Heftanînê yên li bakurê Iraqê hemleya asîmanî pêk anîn. 9 balafirên tîpa F-16ê beşdarî operasyonê bûn û hedef kavil kirin.