Muhammet Kurşun
04 Tebax 2017•Rojanekirin: 05 Tebax 2017
MOSKOVA
Baweriya xelkê rûs bi Serokê Emrîkayê Donald Trump her ku diçe kêm dibe.
Lêkolîna ji aliyê şirketa rapirsiyê ya rûs bi navê VTsIOMê bi hezar û 200 kesî re hat kirin derxist holê ku sedî 28ê beşdarên rapirsiyê neyênî û 18 jî erênî li Trump dinêrin. Sedî 48 jî bêbiryar in.
Sedema neyêniyê jî ew e ku Trump pêşnûmaya ku zextan li ser Rûsyayê zêde dike pesend dike.