Muhammet Kurşun
04 Tebax 2017•Rojanekirin: 04 Tebax 2017
KERKÛK
Hat ragihandin ku di operasyoneke esmanî ya ser konvoyeke DEAŞê 12 terorîst hatin kuştin.
Fermandeyê Pêşmerge Kameran Mihemed bo peyamnêrê AAyê diyar kir ku firokeyên hevpeymanê konvoyeke DEAŞê ya ji 13 otomobîlan pêk dihat hedef girtin.
Konvoyê dixwest ji nahiyeya Ebbasiyê ber bi Çiyayên Hemrîkê ku dikeve başûrê rojavayê Kerkûkê here.
Kameran Mihemed anî ziman ku di êrişê de çend serkirdeyên rêxistinê jî di nav de 12 terorîst hatin kuştin.