MOSKOVA
Seroka Lijneya Parlementoya Civaka Rûsyayê û parêzer Anatoliy Kuçerena li balafirgeha Şeremetyevo ya Moskovayê daxuyaniyek da. Hat ragihandin ku Edward Snowden bi belgeya penaberiya berwext ya ku Bûroya Koçberan ya Federal dabû, ji sînorê Rûsyayê derbas bû. Snowden nîvro ji balafirgehê derket. Kuçerena nusxeya belgeya penaberiyê nîşanê rojnamevanên li balafirgehê da û diyar kir ku Snowden ji ber ewlehiyê derneket li hember rojnamevanan û bêpêjn ji balafirgehê derket. Kuçerena der barê cihê ku dê Snowden lê bimîne, agahî nedan û got ku Snowden ji ber eleqeya rojnamevanan spasdar e û hêvî dike ku bi bîrewerî li vê rewşê binêrin.
DYA Snowdenî bi sîxûriyê sûcdar dike. Snowden di 23ê hezîranê de bi balafira saziya rêhewayê ya Rûsyayê Aeroflotê ji Hong Kongê hatibû balafirgeha Şeremetyevoyê û di beşa rêwiyên transît de mabû. Snowdenî ji bo penaberiyê serî li gelek welatan dabû û ji welatên Amerikaya Latîn jî bersivên erênî standibû. Lê belê ji ber ku belgeyên wî yên hewcedar tunebûn, nekarîbû ji balafirgeha Şeremetyevo derkeve. Snowden ji bo ku bikare ji balafirgehê derkeve û biçe welatên din bi navbeynkariya parêzera xwe Anatoliy Kuçerena ji Rûsyayê penaberiya berwext xwestibû.