23 Gulan 2016•Rojanekirin: 25 Gulan 2016
BANGKOK
Serokê DYAyê Barack Obama daxuyand ku ambargoya çekan a li ser Vîetnamê hat rakirin.
Obama seba sê roj ziyareta fermî duh bi şev gihîşt paytext Hanoiyê û serê sibê jî li Qesra Serokatiya Dewletê ji bo Obama merasîma pêşwazîkirina fermî hat lidarxistin.
Obama bi Serokê Vîetnamê Tran Dai Quang ra hat bal hev û Vîetnam pîroz kir ku di van salên dawîn da "pêşketineke derasayî" pêk anî.
Obama diyar kir hêviya wî ew e ku ziyareta wî, hevdîtinên dualî xurt bike, herwiha DYAyê ambargoya çekan a ku ji şerê Vîetnamê virda dewam dike, rakir.
Rêveberiya DYAyê ya di bin serokatiya Obama da bi Vîetnamê ra di 2013an da Peymana Hevkariya Stratejîk û di 2015an da jî Peymana Vîzyona Hevpar a DYA-Vîetnamê îmze kiribû. Di 2014an da ambargoya çekan a li ser Vîetnamê qismî hatibû rakirin. Vîetnam li dijî wê yekê dertê ku Çîn îdia dike ku li ser Behra Başûrê Çînê heqê wê heye. Ji ber hindê Vîetnam dixwaze ku ambargoya çekan bi temamî rabe.
Piştî ku di 1995an da pêwendiyên herdu welatan dîsa dest pê kir û şûnda Barack Obama bû sêyemîn serokê DYAyê ku seradana Vîetnam kir.