Elif Orhan
19 Sibat 2016•Rojanekirin: 20 Sibat 2016
ÎSTANBUL
Hat ragihandin ku di axaftina ser telefonê ya îşev ya di navbera Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokê DYAyê Barack Obama de li ser geşedanên dawîn ên li Sûriyeyê û mijarên têkoşîna bi terorê re, rewşa berdest a hevkariya DYA-Tirkiyeyê û dahatûya hevkariya DYA-Tirkiyeyê sekinîn.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên serokomariyê hatin bidestxistin Erdogan û Obama îşev li ser telefonê axivîn.
Di axaftina Erdogan û Obama de li ser geşedanên dawîn ên li Sûriyeyê û mijarên têkoşîna bi terorê re, rewşa berdest a hevkariya DYA-Tirkiyeyê û dahatûya hevkariya DYA-Tirkiyeyê sekinîn.
Obamayê Serokê DYAyê di axaftinê de êrîşa xwekujiyê ya ku di 17ê sibatê de li Enqereyê qewimî û êrîşa ku di 18ê sibatê de li rêbeja Diyarbekir-Bingolê konvoya eskerî hedef girt, şermezar kir û ji bo esker û sivîlên ku mirin sersaxî da û ji bo birîndaran jî şifaya xêrê xwest.
Serokomar Erdogan der barê êrîşan de agahî dan Obamayê Serokê DYAyê û destnîşan kir girîng e ku di mijara têkoşîna bi terorê re de mitefîk di nav piştevaniyê de bin.
Obamayê Serokê DYAyê fikarên xwe ya der barê li bakurê rojavayê Sûriyeyê pêşketina rejima Esed û YPGyê ya di van demên dawîn de anî ziman û bang kir ku demildest dawî li çalakiyên ku li herêmê bi Tirkiye û mixalefeta mutedîl a Sûriyeyê re dibe sedema rageşiyê, derb li hewldanên têkoşîna hevpar a dijî DAEŞê didin, bînin.
Obama di axaftinê de qala biryardariya teqez a DYAya ku mitefîkekî NATOyê ye ya di mijara piştgirîdayîna ewlehiya neteweyî ya Tirkiyeyê kir û mafê xweparastina meşrû ya Tirkiyeyê destnîşan kir.
Serokomar Erdogan û Obamayê Serokê DYAyê di axaftina ser telefonê de destnîşan kirin ku di mijara rawestandina pevçûnên li Sûriyeyê de piştgirî didin mutabaqata ku li Munîhê derket.
Her du serok bangî Rûsya û rejima Esed kirin ku demildest dawî li çalakiyên provokatîf ên wekî êrîşên hewayî yên ser mixalifên mûtedîl bînin.
Serokomar Erdogan û Serokê DYAyê Obama gotin ku PKK jî di nav de dê dijî hemû rêxistinên terorê hevkariyê zêde bikin û diyar kirin ku têkoşîna bi DAEŞê re hedefa wan a hevpar e.