Fermandarê Hêzên Pêşmergeyên Kobanê Albay Gerdî: "Em bi birayên xwe yên YPGyî û ASAyî re hewildaneke mezin didin û şer dikin. Di navbera me de ahengeke pir baş heye û her kes rêzê nîşanî hevdu dide. Em dixwazin mizgîniyê bidin gelê kurd û heval û hogiran ku Kobanê wê di demeke kurt de ji destê van çeteyan bê xelaskirin."
Fermandarên Pêşmerge, YPG û YPJê civîneke hevpar a çapemeniyê li dar xist û der heqê şerê ku li Kobanê bi rêxistina terorê ya DÎŞIyê re didome de agahî dan.
Fermandarê Hêzên Pêşmergeyên Kobanê Albay Ahmet Gerdî got ku ew li ser fermana Serokê herêma Kurdistanê Mesût Barzanî û biryara parlementoyê ev 8 roj in li Kobanê ne û wiha dewam kir: "Kobanê mala hemû kurdan e û em ji bo parastina wê hatin. Parastina zar û zêçên li Kobanê deynê stûyê me hemûyan e. Em ji bo ku namûs û heyseta gelê xwe biparêzin hatin Kobanê. Em bi vê yekê serbilind in."
Gerdî got: "Em bi birayên xwe yên YPGyî û ASAyî re hewildaneke mezin didin û şer dikin" û wiha dewam kir: "Di navbera me de ahengeke pir baş heye û her kes rêzê nîşanî hevdu dide. Em dixwazin mizgîniyê bidin gelê kurd û heval û hogiran ku Kobanê wê di demeke kurt de ji destê van çeteyan bê xelaskirin."
Gerdî got ku ew li ser daxwaza YPGê hatin Kobanê û wiha pê de çû: "Ez wisa zen dikim ku pêdiviya wan bi çekên giran hebûn. Serok Birêz Mesût Barzanî jî li ser vê yekê ji bo piştgiriyê ferman da û em wezîfedar kirin. Em li vê derê piştgiriyê didin şervanan û bi çekên giran ve alîkariya birayên xwe yên YPGyî dikin."
Ji fermandarên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Dijwar Xebat jî diyar kir nêzî sal û nîvekê ye ku êrîşî Kobanê dikin, lê herdu mehên dawiyê bi çekên giran ve ew hatin dorpêçkirin.
Xebat daxuyand ku wan li dijî vê dorpêçkirinê berxwedaneke mezin da û wiha dewam kir: "Erîş, şer û pevçûn şev û roj didomin. Heftêyek e ku rewş guherî û însiyatîf ket destê me. Piştî ku birayên me yên Pêşmergê gihîştin vir, rewşa şer guherî. Em û pêşmerge mil didin hevdu û li dijî çeteyan şer dikin. Pevçûn hê didomin. Ji DÎŞIyê gelek kes mirin û ew ji aliyê manewî ve têk çûn."
Ji fermandarên Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) Hebûn Derîk jî wiha axivî: "Em wek YPJ di şer de sefên pêşiyê de cih digrin. Şervanên me yên jin bi YPG û hêzên din re dikevin kozikan. Lêbelê em bêhtir cebirxaneyan amade dikin û tevî xebatên din dibin. Me di şerê Kobanê de helwesta ku jin li paş dimînin têk bir. Me da nîşan ku jin jî dikarin şer bikin û di şer de li sefên herî pêş şer bikin."