ENBAR
Hat diyarkirin ku hêzên koalîsyona navneteweyî ya ku serkêşiya wan DYA dike êrîş birin ser Enbarê û di encama êrîşan de, 2 serokên DÎŞIyê jî di nav de bi tevahî 12 milîtan mirin.
Serokê Meclisa Bajar a Enbarê Sabah Kerhût daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir hêzên koalîsyonê êrîş birin ser hedefên DÎŞIyê yên li Enbarê û di nav de 2 serokên DÎŞIyê jî 12 milîtan di operasyonan de hatin kuştin.
Li Iraqê ev demeke ji ber nebûna desthilatdariyê şer û pevçûn çêdibin. DÎŞI di tebaxê de ket herêmê û kontrola Mûsilê bi dest xist. Herwiha li herêmê şerê di navbera hêzên ewlehiyê û milîtanên DÎŞIyê de berdewam dike.