VAN
Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (DTK) Hatîp Dicle: "Em wek roniya çavê xwe li pêvajoya çareseriyê dinihêrin û lê xwedî derdikevin."
"Konferansa Aboriya Demokratîk" a ku DTK, şaredariyên Diyarbekir, Wan, Mêrdîn û Odeya Pîşesazî û Ticaretê ya Diyarbekirê çêdike, li Navenda Çandê ya Nûdayê ya Şaredariya Mezin a Wanê dest pê kir.
Dicle di vekirina konferansê de axivî û got ku DÎŞI li Rojhilata Navîn tê emilandin.
Dicle destnîşan kir Kobanê bi têkoşîna hevpar a gelan tê rizgarkirin û wiha axivî: "Kobanê bajarekî xazî nîne şehîd e. Serokwezîrê Efrînê got ku çeteyên El-Nusrayê ber bi Efrînê ve derketine rê, ji bo ku Kobanêya duyem çênebe divê Tirkiye derî li me veke. Divê Tirkiye bersiveke erênî bide."
Hatîp Dîcle got ku em wek roniya çavê xwe li pêvajoya çareseriyê dinihêrin û lê xwedî derdikevin û wiha got: "Aborî di rewşa şer de pêşve naçe. Ji bo ku gel vegere gundê xwe divê proje werin amadekirin."
Hevseroka Giştî ya DBPyê Kamuran Yuksel, Parlementerên HDPyê Ozdal Uçer, Nazmî Gur, Demir Çelik, Cîgirserokê Şaredariya Mezin a Diyarbekirê Firat Anli, serokên şaredariyên herêmê, akademisyen û nûnerên saziyên sivîl ên civakî beşdarî konferansê bûn.