ŞANLIURFA
Şerê ku li Kobanêyê di navbera komên kurdan û milîtanên DÎŞIyê de dewam dike li nêzîkî deriyê sînor û rojhilatê bajêr mezin bû.
Qasî du mehan e ku şer dewam dike. Hin caran aramî çêbibe jî gelek caran pêvçûn zêde dibin. Îro danê nîvro jî şer li nêzîkî deriyê sînor û rojhilatê bajêr mezin bû.
Hin caran jî topên hewanê tên avêtin û ji ber teqîna topan jî ji bajêr dû radibe. Dûyê ku ji bajêr radibe li Sirûca navçeya Rihayê ya ku li sînorê Sûriyeyê ye jî tê dîtin.
Wek mayîn jî balafirên şer ên hêzên koalisyona di pêşîkêşiya DYAyê de li herêmê firînên kefşê dikin.
Tevdîrên ku hêzên ewlekariya Tirkiyeyê li sînor girtibûn jî hê dewam dikin.