ANKARA
Dubendiya li ser neft û xaza siruştî ya li Iraq û Sûriyeyê zêde dibe. Pispor dibêjin ku tehdîda DÎŞIyê li ser qadên vejenê yên li Iraq û Sûriyeyê didome, lê ji ber ku hêza rêxistinê zeîf bû, rêxistin wek berê xurt nîne.
DÎŞIyê heftêya borî sehayên xazê yên li Şaar û Cahara bajarê Hûmûsa Sûriyeyê bi dest xist, dawiya hefteyê jî hêzên rejima Esed daxuyandibûn ku wan seha paşve stendin. Hêzên koalîsyonê jî êrîşên esmanî dibin ser sehayên neft, xaza siruştî û rafîneriyên ku di destê DÎŞIyê de ne.
Hat ragihandin ku sehaya neftê ya Tanakê ya ku li Dêra Zorê di destê rêxistinê de ye, piştî êrîşên koalîsyonê ji destê DÎŞIyê derket û ew der ji DÎŞIyê safî bû. Tê gotin ku ji bo DÎŞI ji rafîneriya neftê ya Beyciyê jî bê derxistin, hewl tên dayîn. Wezareta Parastina Iraqê îro daxuyanî da û ragihand ku rafîneriya Beyciyê ji DÎŞIyê hat stendin. Pispor dibêjin ku tehdîda DÎŞIyê li ser qadên vejenê yên li Iraq û Sûriyeyê didome, lê ji aliyekî ve jî hêza DÎŞIyê kêm bû.
Pisporê Iraqê yê Wîlson Centerê Marina Ottaway ku li Washingtonê ye, daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha got: "DÎŞI mecbûr e ku hemû sehayên neft û xaza siruştî bi dest bixe, lewra ev seha ji bo aboriyê çavkaniya wan a bingehîn e. Lêbelê çavkaniya wan a fînansmanê ev tenê nîne, ji ber vê çendê plana wan a çavkaniyên vejenê lê neyê jî ew ê şer bidomînin."
Ottaway îdia kir ku DÎŞI ji bo neftê heta ber sînorê herêma Kurdistana Iraqê hat û wiha dewam kir: "Heta ku pêşmerge ji erdê ve û Amerîka jî ji hewayê ve lêxe, ez zen nakim ku DÎŞI bigihêje armanca xwe."