Obama der barê vê mijarê de ji Serokê Meclisa Nûneran John Boehner û senatoyê re nameyek şand. Obama di nameya xwe de got ku leşker ji bo ku Balyozxaneya Bexdayê ya Amerîkayê û xebatkarên li wir biparêzin tên şandin.
Li gor nameyê leşkerên Amerîkayê ji hêla ewlehiyê ve heta ku hewcedarî li wan neyê dîtin dê li Iraqê bimînin.
Di daxuyaniya nivîskî ya Qesra Spî de jî hat gotin ku leşkerên Amerîkayê bi destûra hikûmeta Iraqê ve dê bikevin Iraqê.