Bajarokê Seîdiyeyê ya ku 30 kîlomêtre dûrî Xaneqînê ye piştî ku hêzên artêşa Iraqê vekişiya, kete destê DÎŞIyê. Li cihê pêşmergeyan milîtanên DÎŞIyê xuyan dikin. Li herêma ku AAyê kişand milîtanên rêxistinê bi cîpên ku ji artêşa Iraqê stendin dewriye digerin.
Di vê navberê de hêzên pêşmergeyan hatin herêma Kûşbaşiyê û ji bo ku vê bajarokê ji destê DÎŞIyê bigre, amadehiya operasyonekê dike. Yek ji fermandarên pêşmergeyan ên li herêmê Albay Newzad Hemît di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê de destnîşan kir ew amade ne ku li ser fermanê bikevin nava bajarokê. Hemît diyar kir ku hebûna milîtanên DÎŞIyê ya li herêmên binîqaş ji bo herêma kurdan talûkeyeke mezin e.
Fermandarê Operasyonê yê pêşmergeyan Qedîr Abdulkerîm jî bajarokê Seîdiyeyê ya ku li hemberî qereqola li ser sînor e nîşan kir û got: "Aniha em qasî du kîlomêtreyan dûrî Seîdiyeya ku kurd, ereb û tirkmen li gel hev lê dijîn in. Ew herêm seranser di destê milîtanan de ye. Em benda fermanê ne. Heke ku biryar derkeve ji bo bidestxistina bajarok û temînkirina ewlehiya gelê li wir em ê operasyon li dar bixin."
Abdulkerîm bal kişand hêzên pêşmerge amade ne ku deverên artêşa Iraqê nekarî kontrol ke, bidest bixe û di vê rêyê de şehîd bide.
Hêzên pêşmerge li Xaneqîn û Celawlayê jî ji ber êrîşeke muxtemel a DÎŞIyê hişyar û amade ne.