12 Mijdar 2015•Rojanekirin: 13 Mijdar 2015
ANKARA
Di operasyona terorê ya li Sîlwana navçeya Diyarbekirê de berpirsyarê qaşo yê şaxa ciwaniyê ya rêxistina terorê ya dabeşker kuştî hat bidestxistin.
Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin operasyonên hêzên ewlehiyê yên rêxistina terorê yên li navçeya Sîlwanê berdewam dikin.
Di operasyona ku bi destê hêzên ewlehiyê û jendirmeyan ve hat kirin de Suleyman Guleçê berpirsyarê qaşo yê Sîlwanê yê YDG-Hya şaxa ciwaniyê ya PKKya rêxistina terorê yê ku navê wî yê kod "Soro" ye, kuştî hat bidestxistin.
Hat ragihandin piştî ku terorîst beşdarî pevçûnên li herêma Kobanêyê bû wekî berpirsyarê YDG-Hyê yê navçeya Sîlwanê hat peywirdarkirin, li navçeyê ji bo rêxistinê endaman peyda dike, êrîşên çekdarî yên ser hêzên ewlehiyê, li taxan kolandina xendeqan û veşartina teqemeniyê organîze dike, ji welatiyan bi zorî pereyê berhev dike û niştecihên navçeyê yên ku dixwazin dawî li bûyeran bê tehdît kiriye.