12 Mijdar 2015•Rojanekirin: 13 Mijdar 2015
HAKKARİ
Li Hekkariyê, grûbekê bi hinceta berdewamiya qedexeya derçûnê ya kolanan li Sîlwana navçeya Diyarbekirê, xwepêşandaneke bêdestûr li dar xist.
Grûba ku li ber deriyê baregeha HDPê civiya, digel herdû parlementerên HDPê Nîhat Akdogan û Abdullah Zeydan, bi sloganan dest bi meşê kir.
Polêsan, grûba ku dixwest bi bal Caddeya Bulvarê ve biçe sekinand û ew di derbareya bê destûrbûna wê xwepêşandanê da hişyar kir. Grûba ku guh neda hişyardayîna polêsan, rûbirûyê gaza bîberan û gulleyên plastîk yên polêsan hat.
Piştî midaxeleya polêsan kesên di nav grûbê da bi nav kolanan ve belav bûn û reviyan.