DIYARBAKIR
Li gor agahiyan ji bo Seroktiya Şaredariya Mezin a Diyarbekirê namzeda BDPê Gulten Kişanak e û namzeda Seroktiya Şaredariya Hakkariyê jî Dîlek Hatîpoglu ye.
Navenda Giştî ya Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) hin namzedên xwe yên seroktiya şaredariyên çend bajar û navçeyan li Diyarbekirê da nasîn.
Berdevka Meclisa Jinan ya BDPê Pelîn Yilmaz li avahiya bajêr ya BDPê civîna çapameniyê li dar xist û diyar kir ku ji bo Seroktiya Şaredariya Mezin a Diyarbekirê namzeda BDPê Gulten Kişanak e.
Yilmaz eşkere kir ku namzeda Seroktiya Şaredariya Hakkariyê ya BDPê jî Dîlek Hatîpoglu ye û navê namzetên din de jî wiha ne:
"Namzedên navçeyên Diyarbekirê: Baxlar: Bîrsen Kaya, Farqîn: Yuksel Bodakçi, Bismîl: Cemîle Emînoglu, Egil: Petek Çapanoglu, Licê: Rezzan Zugurlu, Hezro: Guler Dogu, namzeda Gevera navçeya Hakkariyê Ruken Yetişkîn, namzeda Ercîşa navçeya Wanê Dîba Ermîşkeskîn, namzeda Ozalpa navçeya Wanê Handan Bagcî, namzeda Edremîta navçeya Wanê Sevîl Çetîn, namzeda Îpekyoluya navçeya Wanê Aygul Bîdav, namzeda Dîyadîna navçeya Agiriyê Xezal Aras, namzeda Bulanixa navçeya Mûşê Fîgen Yaşar, namzeda Vartoya navçeya Mûşê Sabîte Ekîncî, namzeda Sêlima navçeya Qersê Emel Sayin, namzeda Sarîqamîşa navçeya Qersê Pervîn Tombul, namzeda Nisêbîna navçeya Mêrdînê Sara Kaya, namzeda Dargeçita navçeya Mêrdînê Zeynep Zîbçîk, namzeda Mazidaxa navçeya Mêrdînê Reza Yildirim, namzeda Dêrika navçeya Mêrdînê Sabahat Çetînkaya, namzeda Yeşîlliya navçeya Mêrdînê Nîlufer Elîk Yilmaz, namzeda Sîlopiya navçeya Şirnaxê Emîne Akça, namzeda bajaroka Başvêrimliya girêdayî Sîlopiyê Rabîa Tekas, namzeda Ûlûdereya navçeya Şirnaxê Zeynep Uren, namzeda Beytuşebaba navçeya Şirnaxê Seyran Argan, namzeda Mazgirta Dêrsimê Meral Gundogan, namzeda Qerekopriya navçeya Rihayê Gulay Koca û namzeda Akdeniza nevçeya Mêrsinê jî Yuksel Mutlu ye.