KOCAELÎ
Wezîrê Zanist, Pîşesazî û Teknolojiyê Nîhat Ergun, di Civîna Meclîsê ya Odeya Bazirganiyê ya Kocaeliyê de axivî û îfade kir ku di nav 18 mehan de 3 hilbijartin dê bên kirin.
Ergun got: "Em bi tecrube nin. Em, 6 û nîv sal berê di hilbijartinên serokomariyê de jî bi gelek astengî û aloziyan re rûbirû man. Serdema pêşiya me girîng e. Ev cara ewile ku serokomar dê ji aliyê gel ve bê hilbijartin. Bi hilbijartinê re dê hin geşedan bibin, divê hay lê hebe. Demên borî de, dema hilbijartina serokomariyê li ser parlamentoyê firokeyên hêzên hewayî dihatin firandin, di kûlîsên meclisê de bi pêsîrên parlamentaran digirtin ku bila deng bidin namzedên wan.Hin caran jî di odeyên otêlan de digirtin ser namzedên serokomaroyê û bi darê zorê ew dişandin derweyî welêt."
"Planeke Xwedê jî heye"
Ergun, bal kişand ser demokrasiyê û got ku demokrasî tiştekî baş e û wiha dewam kir: "Bila li ser Tirkiyeyê tu kes planan neke. Planên wan birêve neçe. Lê bêşik planeke Xwedê jî heye. Em bi Xwedê bawerin. Em dê bersiva kesên ku li dijî yekîtî û geşbûna welêt disekinin bidin. Heta niha me li ber xwe da. Heke aktorên nû derbikevin pêşberî me em dê bi wan re jî têbikoşin. Em destûrê nadin xeletiyeke ku zirarê bide pêşeroja civakê."
Ergun, got ku ew nizanin Midûrê Giştiyê Bankeya Gel sûcdar e an na, lê li ser vê mijarê hin îdia henin û wiha dewam kir: "Ev saziyeke navneteweyî ya tirkiyeyê ye. Gelo ev sazî navenda gendeliyê ya neteweyî û navneteweyî ye? Na nîne. Lê belê dixwazin wiha nîşan bidin. Divê mirov li ber vê xeletiyê bisekinin û li hemberî vê xeletiyê têbikoşin."
"Li hemberî suc û sucdaran em bi hev re li ber xwe bidin"
Ergun, got ku divê Tirkiye hemû pirsgirêkên xwe di bin banê makezagonê de çareser bike û wiha dewam kir: "Em ne destûrê didin ku Tirkîye di nav îdiayên gendeliyê de winda bibe ne jî operasyon bên kirin. Tirkiye bi awayekî hêsan negihişt vê astê. Bawerî û îstîkrar bi darê zorê mirov bidest dixe lê bi hêsanî winda dibe. Bi gendelî û kirinên derqanûnî re qet avahiyek siyasî 11 salan dikare bibe desthilatdar? Bêşik nikare"
Ergun, bal kişand li ser armanca wan û got ku armanca me ew e ku em Tirkiyê ji bo zarokan geş bikin û pêşve bibin û wiha got: "Lewra di dema zaroktî û ciwaniya me de rewşa Tirkiyeyê pir baş nebû. Niha em ji bo vê li ber xwe didin. Daxwaza me ew e ku zarok û nêviyên me di welateke baştir de bijîn. Divê hemû kes li gor vê tevbigerin. Lewra welateke me yê din tune ye."