Li Colemêrgê (Hakkari) jinek piştî ku ji hecê vegeriya xeriqî rakirin nexweşxaneyê.
Li gor agahiya ku hat bidestxistin, S.Aya 60 salî çend roj berê ji axa pîroz vegeriya mala xwe. Piştî çend rojan S.A ji ber îshal, vereşîn, dilhevketinê rakirin nexweşxaneyê.
Wezîfedarên tenduristiyê ji ber elametên nexweşiya S.Ayê, şik birin vîrusa MERSê. Wezîfedaran cil û bergên taybet li xwe kir û S.A bir Nexweşxaneya Dewletê ya Hekkariyê.
S.A di nexweşxaneyê de hildan odeyeke taybet û maske li xebatkarên ku S.Ayê re eleqedar dibin belav kirin.