Cîgirê Wezîrê Tenduristiyê yê Filistînê Yûsif Ebû Riyş li Nexweşxaneya Şifayê ya li Xezeyê civîna çapemeniyê li dar xist û destnîşan kir ku firokeyên şer ên Îsraîlê êrîş bir li ser 17 nexweşxane, 35 ambûlans û 102 xebatkarên tenduristiyê û di encama êrîşan de 19 xebatkarên tendurstiyê yên Filistînî mirin.
Riyş axaftina xwe wiha domand: "Ji ber êrîşên Îsraîlê heta niha 10 nexweşxane hatin girtin. Ji ber êrîşên rasterast ên firokeyên şer ên Îsraîlê ji 55 navendên miqatebûnê yên li Xezeyê jê 44 navend û bi dehan dezgehên tenduristiyê hatin girtin û êdî nikarin ku xizmeta tibê pêşkêş bikin."
Artêşa Îsraîlê di 7ê tîrmehê de li dijî Xezeyê bi navê "Xeta Parastinê" hemleya asîmanî û 17ê tîrmehê êvara pêncşemê de jî hemleya bejahî dabû destpêkirin.