Di daxuyaniya nivîskî ya artêşa Îsraîlê de wiha hat gotin: "Komîteya taybet a ku di bin serokatiya Hahamê Sereke yê artêşa Îsraîlê de civiya daxuyand ku sûbayê peyade Hadar Goldin ê girêdayî Tûgaya Gîvatiyê, roja înê di şerê li Xezeyê de mir."
Her wiha di daxuyaniyê de van îfadeyan jî cih girt: "Beriya biryarê li ser hemû xisûsên tibî û mijarên têkildarê baweriyê hat sekinandin. Malbata leşkerê ku hat kuştin ji aliyê dîrektorê personelê artêşa Îsraîlê Tumgeneral Orna Barbîavî, Hahamê Sereke yê leşkerî û Tugeneral Rafî Peretz ve hat agahdarkirin.
Xeynê vê di daxuyaniyê de hat gotin ku artêş di van rojên bi keder de dê alîkariya malbatê bike.
Hamasê roja înê daxuyandibû ku wan sûbayekî ji artêşa Îsraîlê revand.