HAKKARÎ
Li Hakkariyê 3 şivanên ku 500 pezê xwe diçêrandin ji ber berfa ku ji nişka ve dest pê kir şerpeze bûn û li serê çiya asê man. Lewra berfê ji nişka ve dest pê kiribû û pûk jî derketibû.
Ekîbên Îdareya Taybet a Bajêr û AFADê piştî xebatên 4 saetan xwe gihandin pêz û şivanan.
Li bajêr ev 3 roj e ku berf û pûk heye. 3 şivanên ku tevlî pezê xwe derketibûn zozana gundê Çîmenliya li ser bajaroka Dûmanliyê mehsûr man.
Îdareya Taybet a Bajêr û Midûriyeta Rêveberiya Rewşa Acîl û Afatê (AFAD) ji rewşê hat haydarkirin. Ekîbên her du saziyan dest bi xebatan kirin û 4 kîlometre rê meşiyan û piştî 4 saetan xwe gihandin pêz û şivanan.
Pez û şivanên ku li zozanê asê mabûn hindik mabû ku biqerisin lê baş bû ku ekîbên xelaskirinê xwe gihandin wan û ew xelas kirin.
Hat diyarkirin ku rewşa tenduristiya şivanan baş e.