ŞANLIURFA
Serokatiya Rêvebirina Rewşa Acil û Afadê ya Serokwezîriyê (AFAD) di nav meha dawîn de 700 milyon lîre alîkarî da kurdên Sûriyeyê yên ku li wî aliyê sînor mane.
AFAD ji bo kurdên Kobanêyê yên ku ji ber pevçûnên di nabeyna DÎŞIyê û hêzên kurdan de revîn Tirkiyeyê seferber bû.
AFAD bi şev û bi roj ji bo penaberan dixebite. Ji xeynî yên xwe sipartin Tirkiyeyê, AFADê di nav meha dawîn de 700 milyon lîre alîkarî da kurdên Sûriyeyê yên ku li wî aliyê sînor mane.
Berdevkê AFADê Dogan Akşînat daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ji bo penaberên ji Kobanêyê seferber bûne.