ANKARA
Serokatiya Rêvebiriya Rewşên Afet û Acîl ya Serokwezîriyê (AFAD) diyar kir ku valakirina ava kana komirê ya Ermenekê û xebatên ji bo xelaskirina karkerên ku asê mane bênavber didome.
AFADê der heqê xebatên xelaskirinê de daxuyaniyek da û destnîşan kir ku ekîbeke ku ji 617 kesan û 133 wesaîtan pêk tê di xebatan de cih digre.
Hat ragihandin ku Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Sirûştî Taner Yildiz, Wezîrê Gihandin, Ragihandin û Behrevaniyê Lutfî Elvan, Wezîrê Xebat û Ewlehiya Civakî Faruk Çelîk û Waliyê Karamanê Murat Koca jî li cihê bûyerê xebatên lêgerîn û xelaskirinê dişopînin û Serokê AFADê Fuat Oktay kordînekirina xebatan li cihê bûyerê dike.
Xebatên lêgerîn û xelaskirinê bênavber didomin
Di xebatên lêgerîn û xelaskirinê de ekîbeke ku ji 617 kesan pêk tê û 2 balafir, 23 ambûlans, 22 wesaîtên AFADê û bi tevahî 133 wesaîtan xebat tên meşandin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku xebatên ku li cihê bûyerê didomin ji Navenda Kordînasyona Mobîl a AFADê ya ku li wê derê hatiye avakirin, bênavber tê şopandin.