Serokatiya Revebiriya Rewşa Acil û Afatê ya Serokwezîrtiyê (AFAD) ji bo pêdiwiyên penaberên Kobanêyê yên ku ji şer xwe spartine navçeya Sirûcê temam bike, xwebatên xwe didomîne.
Li navçeya Sirûcê hin penaber di konan de û hinek jî li cem eqrebayên xwe dimînin.
Xebatkarên AFADê alîkariyê ne bi tenê kesên ku di konan de dimînin dikin, alîkariyê didin penaberên li cem eqrebayên xwe dimînin jî.
Berpirsyarê konên ku li Dibistana Herêmê ya Leylî hatine vegirtin Cafer Giyîk ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku li kampê 7 hezar û 200 penaber dimînin.
Giyîk wiha axivî: "Em rojê 3 caran xwarinê didin wan. Ava germ heye. Dema yek nexweş dikeve bijîjk amade ne ku tedawiya wan bike. Ji bilî konan di taxên nêzîkî sînor de jî gelek penaber li cem eqrebayên xwe dimînin. Ji bo ku barê wan penaberan zêde nekeve li ser sitûyê eqrebayên wan, em gund gund digerin û alîkariya van malbatan jî dikin."
Giyîk daxuyand ku li navçeya Sirûcê di kampan de qasî 2 hezaran xebatkar dixebitin.