DIYARBAKIR
Dîmenên kuştina 3 ciwanên ku di Eyda Qurbanê de goşt belav dikirin derket holê.
Dîmenên kuştina Yasîn Boru (16), Hasan Gokgoz (26) û Huseyîn Dadak (19) ên ku goştê qurbanê yên komeleyekê belav dikirin û di çalakiyên bêdestûr ên bi mebestê DÎŞIyê de hatin kuştin, derket meydanê.
Dîmenên kuştina ciwanan ji hêla welatiyek ve bi têlefona destan, li navçeya Baglarê li ser kolana Cengizler û li ber avahiya hinda Baza Mast hatine kişandin. Di dîmenan de kesên rûpêçayî kesekî bi erdê re kaş dikin û derdixin derve. Bi sator û çoyan ve li serê kesên li erdê ye dixin.
Yasîn Boru (16), Hasan Gokgoz (26), Yusuf Er (18) û Huseyîn Dadak (19) di roja 4emîn a Cejna Qurbanê de ji bo ku goştê qurbanê yên komeleyekê li feqîran belav bikin derketibûne gerê û rastî êrîşa komekê hatibûn. Rapora otopsiyê ya ku li ser cesedê wan hat kirin nîşan dabû ku her sê ciwan bi êşkenceyê hatine kuştin.