Li Şemdinliya navçeya Colemêrgê aşît çêbû û 2 kes di binê aşîtê de man. Cinazeyên 2 kesan ji aliyê ekîbên xilaskirinê ve hatin derxistin.
Li mezreya Magaraonu ya gundê Kayalara Şemdinliyê 2 kesên ku welatiyên Îranê ne bi qaçaxî derbasî welêt bûn, li texma mezreya Magaraonu aşît çêbû û ev 2 kes di binê aşîtê de man. Tîmên Midûriyeta Rewşa Acil û Afatê ya Bajêr a Colemêrgê (AFAD) û gundiyan, piştî 5 saetan cinazeyên Ziyayettîn Dergahî û Pervîz Bîhkanî ji binê aşîtê derxistin.