HAKKARÎ
Walîtiya Hakkariyê diyar kir ku li mezreya Magaraonuya gundê Kayalar a li ser Şemdînliyê aşît ketiye û 2 welatî di bin aşîtê de mane.
Di daxuyaniya nivîskî ya Walîtiya Hakkariyê de hat diyarkirin ku mezreya Magaraonuyê ji Şemdînliyê 45 kîlometre dûr e û li wê derê aşît ketiye. Li gor lêkolînên ewil 2 kes di bin aşîtê de mane û ji bo xelaskirina wan jî ekîbên AFADê berê xwe dane cihê bûyerê.