BURDUR
Li Burdurê werşeqek bi tivingê hat kuştin.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê bi dest xist ekîbên Midûriyeta Herêma 6emîn ya Parastina Tebîetê û Parkên Neteweyî îxbar hildane ku li herêma Dumluya gundê Yaylabeliyê bi tivingê li werşeqekê xistine û ew jî çûne herêmê.
Di lêgerînê de werşeqa ku bi tivingê hatiye kuştin hat dîtin. Di lêkolînan de eşkere bû ku werşeq bi destê H.D.yê 29 saliyê xebatkarê ocaxa mermerê ye hatiye kuştin. H.D. pêşiyê sûcê xwe înkar kir paşê jî got ku gotiye qey kêrguşk e û wisa lêxistiye.
H.D.yê ji bo kuştina werşeqê 6 hezar lîre, ji bo tunebûna destûra nêçîrvaniyê 437 lîre, ji bo nêçîra bêwext 291 lîre, ji bo kuştina heywana dibin parastinê de 291 lîre û ji bo di herêma qedexe de nêçîrkirinê jî 291 lîre bi tevahî 7 hezar û 310 lîre tezmînatê bide.
Midûrê Şaxa Burdurê yê Midûriyeta Herêma 6emîn ya Parastina Tebîetê û Parkên Neteweyî Tamer Yilmaz daxuyanî da nûçegihanan û bal kişand ku mehekê berê jî werşeqek bi tivingê hatiye hişkkirin.
Yilmaz diyar kir ku ji ber tiştên wiha zehf li ber xwe dikevin û wiha got:
"Divê em gund bi gund bigerin û welatiyan hişyar bikin. Divê em nebêjin "ji min re çi ye." Yên ku van xeletiyan dikin divê em wan teme û rexne bikin û perwerde bikin. Heke zarokên îro ji tebîetê û heywanan hez bikin sibê tiştên wiha yê hê kêm derkevin holê. Di vê mijarê de berpirsyariya mezin dikeve ser milên malbat û saziyan."