Li Gevera navçeya Hekariyê gundiyan werşeqeke birîndar dît û şandin Wanê. Werşek li Navenda Lêkolîn, Tetbîqkirin, Rehabilîtasyon û Parastina Jiyana Beyanî ya Zanîngeha Yuzuncu Yilê tê dermankirin.
Midûrê Navenda Lêkolîn, Tetbîqkirin, Rehabilîtasyon û Parastina Jiyana Beyanî ya Zanîngeha Yuzuncu Yilê Lokman Aslan fîlmên werşeqê kişand û tedawî kir û paşê jî daxuyanî da nûçegihanan. Aslan diyar kir ku berê jî bi destê hin kesan ve heywanên beyanî dianîn navendê lê belê ev cara ewilîn e werşeq anîne cem wan û heta niha welatiyan dizanibû ku ev werşeq li van deran dijî lê belê ev cara pêşîn e hat dîtin.
Aslan got: "Me pêşiyê fîlmên werşeqê kişandin û muayene kir. Li gor lêkolînên ewil saçme hatin dîtin. Werşeq ji ber hîdrasyon û birçîbûnê zeyîf ketiye, hêta wê zede girtiye. Muayene û tedawiyên me dê bidomin. Gava ku werşeq bi tevahî rind bû em ê berê çolê bidin."
Aslan destnîşan kir ku li herêmê jiyana siruştî hê xirab nebûye û ji ber vê jî heywanên beyanî dijîn û wiha got:
"Ji ber vê yekê heywan bi rihetî tên nêzîkî gundan. Em ê îro şûn de jî van heywanan bibînin. Welatiyên me yên li herêmê êdî li heywanên beyanî xwedî derdikevin. Ev jî me kelecanî dike. Di demên berê de bûya tu kesekî ev heywana nedihanî ba me. Lê niha birîndar bê jî, bi xeletî hatibe lêxistin jî digrin tînin navenda me. Em ji welatiyên xwe dixwazin ku bila hêlîn û qulên heywanên beyanî xirab nekin û têjikên wan hilnedin. Êdî em ê bizinkovî, pezkovî, werşeq û leoparan ji berê zêdetir bibînin, ev jî dewlemendiya me ye. Divê em li van xwedî derkevin."