Gundî serê sibê bi xizakan ve ber bi çiyê ve dimeşin û 2 saet şûnde ancax xwe digihînin çiyê. Li vir hinekî bêhna xwe didin, paşê gîhê li xizakan bar dikin, girêdidin û bi hespan tînin gund. Di vê rêwîtiyê de carinan bûyerên bitalûke jî diqewimin.
Mixtarê gund Celal Başçi ji nûçegihanê AAyê re got ku wesayît havînê dernakeve çiyayan û ji ber vê ew li benda zivistanê dimînin û wiha axivî: "Heke em giya neynin hem heywanên me birçî bimînin û hem jî em dê ji hêla aboriyê ve zehmetiyan bikşînin. Çareyeke me ya din tune."