04 Tebax 2016•Rojanekirin: 06 Tebax 2016
HAKKARÎ
Li Yuksekovaya (Gever) navçeya Colemêrgê alîkariya ji bo welatiyên ku ji ber êrîşên endamên PKKya rêxistina terorê mexdûr bûn, dewam dike.
Li Geverê ji bo tesîskirina hizûr û ewlehiyê di 13ê darê da qedexeya derketina derva hat îlankirin û operasyonên ku piştî qedexeyê jî dest pê kirin di 20ê nîsanê temam bûn.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê wergirt alîkariya dewletê ya ji bo mexdûrên terorê dewam dike. Di vê çarçoveyê da 14 hezar malbatî alîkariya xurekê wergirt, 2 hezar û 636 malbên ku xaniyên wan zirar dîtine heta niha 2 milyon û 108 hezar û 800 lire alîkariya kirê sitendin û 400 hezar lire jî dane 2 hezar û 100 malbatên mexdûr.
Ekîbên Midûriyeta Polîtîkayên Civakî û Malbatê pêwistiyên 4 hezar malbatên ku zirar dîtine tesbit kirin.
- Ji bo rakirina enqaza 3 hezar avahiyî xebat tê kirin
Ekîbên Midûriye Bajêr ê Bajarvanî û Derdorê di ofîsa ku li bin Mizgefta Merkez Îhsaniyeyê hatiye avakirin da serlêdana welatiyên ji bo tespîtkirina xesara gihîştiye mala wan zabitnameyan dinihêrin û bi navan ra didin ber hev.
Tespîta xesarê nêzî ji sedî 70yî qediya û nêzî 3 hezar daxwaznameyên îtirazê jî tên nirxandin û ji bo li cihê ciyîn xebatên tespîtê dan destpêkirin.
Xebatên ji bo paqijkirina û berhevkirina enqaza nêzî 3 hezar avahiyên ku kolonên wan ên bingehîn zirar dîtine didome. Hat ragihandin ku heta niha 200 avahî hatin hilweşandin.
- Deriyê Sînor ê Esendereyê di nav 2 hefteyan da ji bo wesayîtan wê bê vekirin
Ji ber êrîşên terorî û xebatên înşeatê Deriyê Sînor ê Esendereyê ku niha bi tenê welatî dikarin derbas bibin wê di nav 2 hefteyan da ji bo wesayîtan jî bê vekirin.
Ji bo seferên balafiran ku ev nêzî salekê ye li Balafirgeha Yuksekova Selahattîn Eyyûbiyê sekinîne jî dest pê bikin, xebat tên kirin.
Midûriyeta Siheta Gel a Bajêr, Alîkariya Civakî ya Qaymeqamtiyê û Weqfa Piştevaniyê ji bo helkirina pirsgirêkên welatiyên mexdûrên terorê ne bi hev ra dixebitin.