HAKKARÎ
Walîtiya Hakkariyê der heqê teqîna ku li Şemdînliyê çêbû û kesek mir, kesek jî birîndar bû de daxuyanî da û wiha got: "Zarok dema ku di erazî de geriyane bombeyek dîtine û pê lîstine, bombe di destê wan de teqiyaye. Di encama bûyera teqînê ya ku li mezraya Încesûyê ya girêdayî mezraya Altinsûya navçeya Şemzînanê qewimî de Behzat Sevîm mir û Tayfûn Can jî birîndar. Tayfûn Can rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Şemzînanê ku tedawî bikin.
Li gor hin agahiyên ku ji ekîbên Fermandariya Cendirmê Navçeya Şemzînanê hat standin bûyer wiha çêbûye, dema ku zarok li eraziyê vala de geriyane bombeyeke tê texmînkirin ku malê Ûris e dîtine û pê lîstine. Dibêjin dema ku bi bombeyê dilîzin, bombe di destê wan de diteqe. Behzat Sevîmê ku miriye ji bo otopsiyê sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Şemzînanê kirin. Ji bo bûyerê Dozgeriya Komarê ya Şemzînanê dest bi tehqîqatê kiriye û lêgerîn jî berdewam e.