Bûrkay diyar kir ku HAK-PAR partiyeke aştîxwaz e û wiha got: "Li gor baweriya me pirsgirêk bi tundiyê çareser nabe, em dixwazin bila bi rêbazên aştîyane çareser bibe."
Kemal Bûrkay paşê li avahiya HAK-PARê civîna çapemeniyê li dar xist. Bûrkay li ser pirsa "Hûn der barê bûyerên Dêrsimê de çi difikin?" de jî diyar kir ku li Dêrsimê di salên 1937-1938an de tiştên ku qewimîn jenosîd e û wiha axivî: "Gelê me zehf zilm dît. Serokwezîr got ku 'Heger li ser navê dewletê lêborîn pêwist be, ez lêborînê dixwazim.' Bi çi armancê dibe bila bibe lê ev tiştekî girîng bû. Ji ber ku Serokwezîrê vê dewletê got, me girîng dît."
Bûrkay pirsa "Hûn ê beşdarî hilbijartinên herêmî bibin?" jî wiha bersivand: "Me di nav xwe de nîqaş kir û biryar da. Em ji bo hilbijartinên herêmî amadehiyê dikin. Em lîsteyên xwe amade dikin. Heta ji destê me bê, em dixwazin belavî her derê bibin. Him li herêmê û him jî li rojavayê. Li cihên ku bi gelemperî kurd lê hene em dixwazin beşdarî hilbijartinan bibin."