HAKKARİ
Li Şemzînanê bandora pêla çareseriyê û rûdanên wê tên dîtin.
Li navçeyê demeke dirêj e ku operasyon nayên kirin û pevçûn sekinîne. Bi hatina cejnê re li navçeyê pevrebûnên cuda hat dîtin.
Qeymeqam Cengîz Erdem, Fermandarê Tugaya Hidûtê ya 34emîn Tûxgeneral Metîn Tokel û Midûrê Ewlehiyê Erkan Demîrcî beşdarî bernameya pîrozbahiya cejnê ya ku li lokala nêzî qeymeqamtiyê hat lidarxistin bûn û cejna rûspiyên navçeyê û welatiyan pîroz kirin.
Qeymeqam Erdem di axaftina xwe ya li wir de diyar kir ku cejn ji bo pevnêzbûna gel gelek girîng in. Erdem got ku me jî bi vê wesîleyê bi gel, karmend, esnafê xwe re li cihekî evqas xweş pîrozbahiya cejnê li dar xist. Ez cejna hemû gelê me pîroz dikim.
Qeymeqam Erdem û yên bi wî re piştî merasima li vir cejna leşkerên 34emîn Fermandariya Tugayê ya Hidûtê pîroz kir.