ÎSLAMABAD
Hikûmeta Pakistanê di navbera 8-10ên tebaxê de betlane îlan kir. Pakistaniyên ku di betlana cejnê de dixwestin vegerin gundên xwe û xizmên xwe ziyaret bikin, piştî vê îlanê wek avê herikîn termînalan.
Wesayît heya serî tije bûn. Li bajarê Lahorê welatiyên ku cih nedîtin, xwe avêtin ser serê trênan û rêwîtiya xwe kirin.