Piştî betlaneya havînê dê sibê 16 milyon û 400 xwendekar digel 873 hezar mamosteyan dest bi dibistanê bikin.
Sala 2014 û 2015an ya perwerde û hîndekariyê sibê dest pê dike. Milyon û 65 hezar xwendekar dê dest bi pêşdibistanê, 5 milyon û 90 hezar xwendekar dest bi dibistana navîn, 4 milyon û 600 hezar xwendekar jî dest bi lîseyê bikin.
Îsal bi tevahî dê 16 milyon û 400 hezar xwendekar dest bi dibistanê bikin. Herwiha tê payîn ku milyon û 290 hezar û 770 xwendekar jî dest bi debistana seretayî bikin.
Di serdema nû ya perwerde û hîndekariyê de dê 40 hezar mamoste bên tayînkirin.
-Di serdema nû de dê çi bên guhertin?
Wezareta Perwerdehiyê ya Neteweyî (WPN) di sala nû ya perwerdeyê de dê hin guherandinan bike.
Wezareta Perwerdehiyê diyar kir ku heke hejmara xwendekarên polekî bikeve bin 10an, dê wê polê bigrin û xwendekarên polê li polên din ên dibistanê belav bikin.
Di encama lêkolînan de hat tespîtkirin ku spartekên ku mamoste ji bo diyarkirina performansa xwendekaran didin xwendekaran, li malê xwendekar çênakin, malbat alîkarî didin an jî ferdên malbatê çêdikin. Ev xelet e. Ji ber vê yekê dê mamoste êdî di şûna "pûanê performansê" de "pûanê tevlîbûna dersê ya xwendekaran" bidin xwendekaran.
Dê êdî dersên bijartî jî bên nirxandin û mamoste ji bo wan dersan jî pûan bidin xwendekaran. Bi vî awayî dê xwendekar zêdetir bi van dersan re mijûl bibin û mamoste jî bi awayekî objektîf serkeftina xwendekaran a di van dersan de binirxînin.
- Kulûbên zarokan
Wezaretî dê di bin banê pêşdibistan û dibistana seretayî de kulûban vebike. Di kulûban de dê dersên olîmpiyat û projeyên zanistî, huner, dersên werzîşê, govend, lîstikên zarokan û dersê zimanên biyanî bên dayîn. Malbata xwendekarekî dê mehane 43-86TL yan bide kulûbê. Bernameya dersê ya lîseyê ya polên 9emîn û 10emîn hat guhertin. Li gor biryara Lijneya Hîndekarî û Perwerdeyê hejmara dersên lîseyê yên hefteyek ji 37an daxistin 35an.
Serdema duyem dê di 9ê sibatê de dest pê bike û di 12ê hezîranê 2015an de bi dawî bibe.