Li ser rêya Antalya û Ispartayê qezayek çêbû.
Waliyê Burdurê Hasan Kurklu daxuyand ku li ser rêya Antalya û Ispartayê qezayek çêbû û di qezayê de 13 kes mirin û 31 kes jî birîndar bûn.
Walî Kurklu hat cihê bûyerê û li wir der barê qezayê de agahiyan hilda.
Kurklu ji rojnamevanan re daxuyand ku otêbêseke rêwiyan ya ku rêwiyên wê diçûn gerê di saet 05.45an de welgeriya.
Kurklu daxuyand ku li gor agahiyên ewil di qezayê de 13 kes mirin û 31 kes jî birîndar bûn.
Walî Kurklu got ku rewşa 6 birîndaran giran e û wiha axivî: "Birîndar rakirin nexweşxaneyên Bucak, Isparta û Antalyayê. Rehma xwedê li miriyan be."