MARDİN
Li Nisêbîna navçeya Mêrdînê, dema ku wesayita leşkerî derbas dibû, bi teqemeniyê êrîşî wesayitê hat kirin, di encamê de 7 leşker birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku hatin hildan dozger, katib û 3 kesên zana ji bo xebatên kifşkirinê diçûn gundê Dagîçî û Hîsarê yên ser Nisêbînê. Wesayita leşkeriyê ya bizirx jî bi wan re bû. Dema ku wesayit di herêma Çiyayê Bagokê re derbas dibûn, bi teqemeniya bidest çêkirî êrîşî wesayita leşkeriyê kirin.
Di encama teqînê de 7 leşker birîndar bûn. Li herêmê ji bo girtina êrîşkar an jî êrîşkaran operasyon dan destpêkirin.