Seroka Giştî ya HDPyê Fîgen Yuksekdag, beşdarî Kongreya bajêr ya partiya xwe ya li Hêwana Konferansê ya ÎMOyê hat lidarxistin bû û li vir axivî.
Yuksekdagê got ku îro mizgîniyek ji wan re hat û wiha axivî: "Yekîneyên hêzên azad ên kurd Şengal rizgar kirin. Ji niha pê ve dê zêdetir mizgîniyên wiha ji me re bên. Em ji vir hêzên Azad ên Yekbûyî yên Kurd silav dikin. Silav ji birayên me yên êzdî yên şengalî re jî."
Yuksekdagê bi bîr xist ku ji partiya wan pirsîne "Gelo hûnê karibin benda hilbijartinê derbas bikin an na?" û wiha dewam kir: "Me heta niha hemû bendên we xirab kir, tarûmar kir. We di hilbijartinên serokomariyê de got 'hûn nikarin birêve biçin, hûn nikarin pêş bikevin, hûn nikarin bendê derbas bikin.' Me hemû pergalên we serobin kir."