Parlementerê Stenbolê yê HDPê Sirri Sureyya Onder der barê pêvajoya çareseriyê de wiha got: "Bi berxwedana Kobanêyê re di pêvajoya çareseriyê de astengî çêbûbû, lê vê gavê ev pêvajoya qeyranê derbas bû."
Onder piştî ku wî û Cîgirseroka Koma HDPê Pervîn Buldanê li Avahiya Navendî ya Serokowezîriyê bi Alîkarê Serokwezîr Yalçin Akdogan re hevdîtin kir, daxuyanî da çapemeniyê û pirsên rojnamegeran bersivandin.
Onder got ku di pêvajoya çareseriyê de ew jî li gor xwe îçtîhadê dikin û tevdigerin û wiha pê de çû:
"Di dinyayê de piştî pevçûnan pêvajoyên çareseriyê çêbûne. Em jî li gor ceribandin, rê û rêbazên wan tevdigerin. Bi berxwedana Kobanêyê re di pêvajoyê de astengî çêbûbû, lê vê gavê ev pêvajoya qeyranê derbas bû. Piştî vê qonaxê di çarçoveya pêvajoya çareseriyê de çi hewce dike wê bi lez û bez û bi alîkariya Birêz Ocalan re bê kirin. Dewama rêya ku wî da destpêkirin ve em ketin qonaxeke nû ku Îmrali di vê qonaxê de pêşvetir e. Lê ev nayê wê wateyê ku hemû mesele hel bûn. Lêbelê tê vê wateyê; êdî ji bo ku di pêvajoyê de rêya diyalogê neyê girtin û cara ewil e me li hev kir ku em ê li ser kîjan xalan nîqaşê bikin û kîjan rê û rêbazan bi kar bînin û pêş de herin. Piştî ku me ev mesele bi rayedarên partiya xwe re par ve kir, em ê herin Îmraliyê. Em ê li ser meseleyê bi rayedarên KCKê re jî hevdîtinê bikin. Pişt re ev hevdîtin wê ji bo encamê bên kirin."
Onder li ser pirsa "Heke ku hûn li ser hin tiştan mutabiq mabin, dîrokek hat kifşkirin?" jî got ku dîrok ji bo me heke pêkan be demeke kurt e.
Onder destnîşan kir, dem çi qas dirêj dibe, ew qas ji bo êrîşkirinan, şaşfêmkirinan firsend çêdibe û got ku bi lez û bez hevdîtin û xebat wê dest pê bikin û her tiştê ku pêkan e, wê di demeke kurt de çêbibe.
Onder li ser pirsa "çekdanîna rêxistinê" got ku li ser medyayê mijarên bi vî rengî bên nîqaşkirin wê zirarê bide pêvajoyê û piştî ku ev mijar hat astekê, ew ê bi raya giştî re parve bikin.
-"Em û Leyla Zana dê biçin Qendîlê"
Onder li ser pirsa "Birêz Serokwezîr gotibû ku 'Daxuyaniyên ku li ber raya giştî tên dayîn, zirarê didin vê pêvajoyê'. Gelo biryareke ku bila herdu alî daxuyaniyê nedin çapemeniyê heye? An jî ev ji bo ragihandinê pêvajoyeke nû ye, em wisa fêm bikin?" jî wiha got: "Piştî ku trafîka Îmraliyê dest pê kir, em çûn û hatin, lê haya raya giştî pê neket. Di vê de pirsgirêk tuneye. Agahîdayîn wê êdî li gor rihê pêvajoyê û li gor encaman çêbibe. Em dikarin bibêjin ku ev şirîkatiyeke ragihandinê ye."
Onder li ser pirsa "Birêz Leyla Zana jî wê here Îmraliyê?" wiha got: "Erê. Jixwe em diçin, piştî vî qasî jî xanima Leyla Zana û em ê bi hev re biçin Qendîlê."
"Sedema ziyareta li Moskovayê ya Hevserokê Giştî yê HDPê Selahattîn Demirtaş" ji Onder hat pirsîn û Onder got ku li çar aliyê dinyayê hilbijêrên wan hene û ji bo ku piştgiriya wan jî hildin û der barê pêvajoyê de wan jî agahdar bikin, ziyaret tên kirin.
Onder li ser pirsa "Li gor HDPê têgeha xweseriyê çi ye û çi wateyê didê?" jî wiha bersiv da: "Îro di dinyayê de normên demokratîk û helwesta demokrasiyê gihîştiye qonaxekê ku hemû raye nekevin destê navendekê. Hûn gel çi qas beşdarî pêvajoyên biryardayînê bikin, hûn ê ew qas demokratîk bibin. Ev yek ne li gor erdîngarî, herêm û netewekê ye. Tenê ne ji bo herêmekê ye jî."