WASHINGTON
Obama li Qesra Spî daxuyaniyek da û bi bîr xist ku Wezîrê Karên Derve yê DYAyê John Kerry ji bo ku der barê agirbestê de teşebusan bike îro çû Rojhilata Navîn û wiha axivî:
"Wekî ku min gelek caran got, mafê Îsraîlê heye ku li hember êrîşên Hamasê yên bi roketan û ji ser tunelan xwe biparêze. Îsraîlê di encama operasyonên xwe de jixwe zirarek mezin da piraniya bingeha terorîst a Hamasê ya li Xazeyê."
Obama got ku ji ber her ku diçe jimara miriyên sivîl ên filîstînî zêde dibe û li Îsraîlê jî kes dimirin gelek bi fikar in û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Ji ber vê yekê divê hem em hem jî civaka navneteweyî niha bala xwe bidin li ser pêkanîna agirbesta ku dê hem Xazeyê hem jî li Îsraîlê dawî li mirina sivîlên bêguneh bîne. Ji ber vê yekê dê Wezîr Kerry bi mutefîk û hevkaran re bê bal hev. Min telîmat dayê ku tehdeyê bike ji bo ku li ser peymana ku dawi li dijminahiyan tîne û bingeha wê agirbesta di navbera Îsraîl û Hamasê de ya di sermaweza 2012an de ye li hev bikin."